TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Li Idlibê qetlîam çêbe dê Amerîka pir hêrs bibe

📅 06 îlon 2018 03:10

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara Idlibê jî careke din hişyarî da. Heke li wir qetlîam çêbibe dê dinya jî û Amerîka jî pir hêrs bibe. Herwiha red kir, ku wan hizra kuştina Esed gotûbêj kiribin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pêşwazî li Emîrê Kuweytê Sabah el-Ehmed el-Cabir el-Sabah kir û piştî hevdîtinê di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Trump da zanîn ku ew ji nêzîk ve rewşa Idlibê dişopînin û got: “Nabe ji ber 35 hezar çekdaran nêzîkî 3 milyon xelkê bêtawan li Idlibê bibin hedef. Heke li wir qetlîam çêbibe dê dinya jî û Amerîka jî pir hêrs bibe.

Donald Trump careke din hişyarî da hikûmeta Sûriyê û ragihand, ku ew haydariyê didin, eger êrîş bikin û xelkên sivîl bibin hedef ew dê bêdeng nemînin.

Li ser pirsa rojnamevanekî ya “Gelo we hizra kuştina Esed gotûbêj kiriye? “ Trump ragihand: “Me hizra kuştina Esed gotûbêj nekiriye û em vê nûçeyê red dikin.”

Parve bike: