TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump li Qesra Spî bi merasîmekê pêşwazîya Xi Jinping kir

Admin H
Nivîskar
📅 24 îlon 2026 19:05

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi merasîmeke leşkerî pêşwaziya Serokê Çînê Xi Jinping kir ku di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li Amerîkayê ye.

Ev serdan piştî 11 salan wekî serdana yekem a Xi ya bo Washingtonê tê dîtin.

Tê çaverêkirin ku her du serak di civîna xwe de li ser kêmkirina bacên gumrikê, têkoşîna li dijî madeyên hişbir, ewlehiya hişê çêkirî, pêwendiyên Tayvanê û her wiha şer û krîzên li Rojhilata Navîn û Îranê gotûbêjan bikin.

Parve bike: