TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Me bi Putin re li hev kir”

Admin M
Nivîskar
📅 13 sibat 2025 01:10

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku piştî bi serokê Rûsyayê Valadimir Putin re axifiye, li ser hevdîtinên dawî lênanîna şerê Rûsyayê û Ûkraynayê û destpêkirina muzakereyan li hev kirine.

Trump ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Truth Socialê de kir. Trump ragihand ku bi Putin re di rêya telefonê de axifiye, behsa gelek mijarên hevpar kirine û xebata DYA û Rûsyayê ya bi hevre, wê ji bo her dû welatan jî baş be. Trump got:

“Weka çawa me her teref li hev kir, em dixwazin mirina milyon kesan yên di şerê Rûsya-Ûkrayna de bidin rawestandin. Seredana hev di nav de, me di gelek mijaran de ji bo bi hevre bixebitin, me li hev kir. Ji bo heyetên me şer bidin rawestandin û dest bi muzakereyan bikin jî me li hev kir.

Ji bo di mijarê de serokê Ûkraynayê Zelenskiy agahdar bikin, em ê lê bigerin û ji wê derê dest pêbikin. Ji bo şer rawestînin û muzakereyan bikin, ji aliyê DYAyê wê wezîrê karên derve Marco Rubio, serokê CIAyê John Ratcliffe, şêwirmendê netewî yê ewlehiyê Mike Waltz û nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff tevlî hevdîtinê bibin.”

Trump her weha ji Putin re sipasiya xwe kir û got eger ew serokê DYAyê bûya, ew şerê dê nebûya û bi mîlyonan mirov tê de mirine lê divê êdî şer biqede. Trump got ku ew bawere dê şer bi serkeftin biqede.

Parve bike: