Cîhan
Trump: Me Îran perîşan kiriye, wê bihayê petrolê dakeve
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li mitîngeke li eyaleta Nebraskayê derbarê aloziya bi Îranê re daxuyanî dan.
Trump got ku wan Îran perîşan kiriye û diyar kir: "Me deryavanî, hêza esmanî, serokatî û hemû tiştên wan têk birin. Em ê tu carî rê nedin ku ew bibin xwediyê çekên nûkleerî."
Trump anî ziman ku ev rewş dê pir zû, belkî beriya hilbijartinên mijdarê an jî piştî wan biqede û piştî wê yekê dê bihayên petrolê dakevin asteke pir nizim.
Her wiha Trump diyar kir ku tevî êrîşan jî wan karîye di Tengava Hurmizê re ji beriya şer zêdetir petrolê derbas bikin û rexne li hin dezgehên çapemeniya Amerîkayê girt.