TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Me li tesîsa nû ya asmanî ya Îranê xist

Admin H
Nivîskar
📅 03 mijdar 2026 18:12

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkayê li nêzîkî Girava Qeşmê ya li Tengava Hurmizê êrîşî tesîseke nû ya berevaniya esmanî ya Îranê kirine.

Trump di hevpeyvîneke telefonî de ji bo kanala Fox Newsê diyar kir ku ev operasyon rasterast piştî bidawîbûna avakirina tesîsê pêk hatiye û ew wekî "êrîşeke biçûk" bi nav kir.

Çavkaniyên Amerîkî tekez dikin ku ev gav ji bo armancên berevaniyê hatiye avêtin.

Li aliyê din, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bertek nîşan da û diyar kir ku vegera li şer dê sûdê nede ti aliyî û hikûmeta wî dixwaze bi rêya dîplomasiyê krîzê çareser bike.

Parve bike: