Cîhan
Trump: Me NHByeke wan xist, Îranê daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakci ji bo daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotiye me li Tengava Hurmuzê Navgîneke Hewayî ya Bêmîrov (NHB) a Îranê xistiye ne rast e û îdia kir ku wan bi xeletî NHByeke xwe xistine.
Arakci ser hesabê xwe Yê Twitterê bersiv Trump: “Ne li Tengava Hurmizê û ne jî li cîyekî din tu NHByên me neketine. Ez nîgeran im ku AUSS Boxerê bi xeletî NHByeke xwe xistibe xwarê.”
Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarif jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da, “Derbarê mijara ku NHByeke me ketiye tu zanyarî tine ne.”