TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Min hemû pere da wan, dîsa jî serekî bas nekirin…

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2019 22:29

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna kabîneya Amerîkayê li ser pirseke derbarê Afganistanê de got, "Generalê me xwestin, min jî hemû pere da wan, lê li Afganistanê karekî baş dernexistin. 19 salan şer kirin.”

Trump bi bîr xist ku Wezîrê Berevaniyê yê berê James Mattis, ji ber budçeya 700 milyar dolaran spasiya wî kiriye û diyar kir, “ Ka wî ji bo min çi kir, li Afganistanê çi kir? Zêde ne baş bû. Ji karên li Afganistanê hatine kirin, ne kêfxweş im û divê kêfxweş nebim.”

Trump di berdewamê de li ser pirseke din jî got ku divê welatên wekî Hindistan û Pakistan û Taliban şerê terorê bikin.

Trump destnîşan kir, “Rûsya jî li wir e. Rûsya wê demê Yekîtiya Sovyet bû, wê wisa kir. Çunkî bi şerê Afganistanê îflas kir. Li welatên din binêrin. Pakistan li wir e. Bila ew şer bikin.”

Parve bike: