Trump: Mînên li Tengava Hurmizê hatin paqijkirin û tunekirin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê torên civakî derbarê rewşa dawî ya li Tengava Hurmizê û tesîsên nûkleerî yên Îranê de daxuyaniyeke nû belav kir.
Trump ragihand ku Hêzên Deryayî yên DYAyê ew agahdar kirine ku hemû mayînên deryayî yên di avên navdewletî yên Tengava Hurmizê de hatine rakirin an jî hatine îmhakirin.
Trump di peyama xwe de hişyariyeke gelekî tund da rêveberiya Tehranê û diyar kir ku polîtîkaya wan a "sifir tolerans" a li dijî bicihkirina mayînên nû di meriyetê de ye.
Serokê Amerîkayê got: "Îran hat agahdarkirin ku her keştî an wesayîteke ku mayînên nû bi cih bike dê bixweber û di cih de were îmhakirin."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Trump bal kişand ser çavdêriya tesîsên nûkleerî yên Îranê û destnîşan kir ku ew bi rêya Hêzên Agahdariyê yên Hewayî û Fezayê (Space Force) her metreçargoşeya Tengavê, Çiyayê Kazmayê û 3 tesîsên din ên nûkleerî yên ku hatine rûxandin di bin çavdêriyeke hişk de digirin.