Trump: Mixabin wê gelek kes bimirin...
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya derbarê rewşa dawî ya nexweşîna vîrusa koronayê de li welatê xwe, got; "Mixabin wê gelek kes bimirin.”
Trump ragihand ku du hefteyên dahatû ji bo wan wê demên herî zehmet bin û ew dê ji bo alîkariyan bêhtir berê xwe bidin deverên pêdivî heye.
Serokê Amerîka diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî petaya koronavîrusê de, li New Yorkê wan hezar leşker bicih kirine û herwiha sîparîşa 180 milyon maskeyên N95 dane.
Trump got ku ew ji welatên din dixwazin alîkariya wan bikin û naxwazin wan maskeyan kesên din bikirin.
Li Amerîkayê hejmara miriyên ji koronavîrusê di rojekê de hezar û 105 kes zêde bûn û hejmara giştî digel bêhtirî 300 hezar tûşbûyan gihîşt 7 hezar û 163 kesên can dane.
Li aliyê din Parêzgarê New York Andrew Cuomo jî da xuyakirin ku wan hîn lutkeya tûşbûnên vîrusa koronayê nedîtiye û ragihand ku 630 kesên din li eyaleta New Yorkê can dane.