Cîhan
Trump: Pasaportên min dema FBIyê girt ser mala min hatin dizîn
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump îddia kir, pasaportên wî di dema FBIyê girt ser mala wî ya li Florîdayê de hatine “dizîn”.
Trump li ser hesabê xwe yê bi navê “Truth Social” ê medya civakî diyar kir: “Wey! Sê pasaportên min (yeka dema wê derbas bûye) dema FBIyê girt ser Mar-a-Lago hatine dizîn.”
Trump girtina ser mala xwe siyasî dibîne û eşkere kir: “Li welatê me hata niha êrîşeke bi vê xezebê ya li dijî hevrikê siyasî tê kirin, nehatiye dîtin. Welatê sêyem.”
Herwiha dibe ku yek ji pasaporta Trump a didin welatiyê Amerîkayê lacîwerd û yek jê ya di dema seroktiyê de sitendiye sor û ya din jî ya reş, dîplomatîk e.
Hat destnîşankirin ku Trump bêyî wan pasaportan nikare derkeve derveyî welêt.