TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump piştgiriya Hegseth kir: Hewldanên azilê têk çûne

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2026 16:18

PeyamaKurd - Encûmena Nûneran a Amerîkayê pêşniyara azilê ya ku ji bo ji kar dûrxistina Wezîrê Berevaniyê Pete Hegseth hatibû amadekirin, bi dengê 204 li hemberî 211 dengan bo Komîteya Dadweriyê veguhest û dengdana li ser wê ya di Lijneya Giştî de asteng kir.

Pêşniyara azilê ya 8 xalî ji aliyê Endamê Kongreyê yê Komarparêz Thomas Massie ve hatibû amadekirin û Hegseth bi biriyarbirîna operasyonên leşkerî yên bêyî erêkirina Kongreyê dihat tohmetbarkirin.

Lê belê bi biryara nû ya Encûmenê re ev pêşniyar hat rawestandin. Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku hewldanên demokratan ên ji bo azilkirina Hegseth têk çûne û ev gav wekî "serkeftinek û pakbûnek" pênase kir.

Hegseth bixwe jî ev destwerdan wekî "şoveke siyasî" binav kiribu.

Parve bike: