TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump piştî agirbesê got: Her kî çekan bifroşe Îranê wê baca zêde bide

Admin M
Nivîskar
📅 08 nîsan 2026 21:03

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di muzakereyên bi Îranê re meşandine de got ku wê temamê xebatên nuklerî bên rawestandin û Îran temamê tesîsên nuklerî ji ortê rake.

Eger welat çekan bifroşin Îranê, wê DYA li ser wan bacê %50 zêde bike û got ku di 15 xalên nexşerê de, bi piranî hemfikrin. Her welatê çekan bide Îranê ti kes ji bacê îstîsna nîne.

Siyaseta Koşka Sipî ya Rojhilata Navîn ya ‘li ser dana zorê’ li ser tesfiya tesîsên nuklerî ava dibe û modela hevkariyekî redîklal bicîh dibe. Donald Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî Truth Social de gelek payaman belav kir û got li Îranê guherîna rejîmê dibe û rêvebiriya Amerîkayê bi rêvebiriya nû ya Îranê re lihev kiriye ku bi temamî dosya nuklerî bê girtin.

Di daxwuyaniya Trump de li ser bernama nuklerî weha hat got:

“DYA wê bi Îranê re ew toza nuklerî ya ku xistine kûrahiya binê erdê, ji bo derxe, dê bi Îranê re bixebite. Herêm bi bin çavdêriya hesas ya peykê de ye û ji roja êrîşa ser Îranê heya niha di envantera Îranê de me îzn3e nedaye ti guherîn bibe.”

Trump her weha got ku rakirina givaşên ser Îranê ya tarîfe û aboriyê, di pêvajoya bêçekkirina nuklerî de, girêdayê gavên berbiçavin.

Parve bike: