TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump, Pûtîn û Xî cara yekem di heman wêneyî de ne

Admin H
Nivîskar
📅 18 mijdar 2026 16:15

PeyamaKurd - Li bajarê Shenzen ê Çînê di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) de serokên welatên endam wêneya malbatî girtin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Çînê Xi Jinping yekem car li kêleka hev û di heman wêneyî de hatin dîtin.

Beriya şîva fermî ya ku ji aliyê Xi Jinping ve hate organîzekirin, Pûtîn û Trump destên hev girtin û silav li hev kirin.

Hate ragihandin ku sibê her sê serok dê yekem civîna xwe ya sêqolî ya dîrokî pêk bînin.

Di civînê de tê çaverêkirin ku mijarên krîtîk ên mîna şerê Rûsya û Ukraynayê, şerê DYA û Îranê, bazirganiya cîhanî, hişê çêkirî û çekên nukleerî bên nirxandin.

Parve bike: