Trump ragihand: Ez ê serdana Tirkiyeyê bikim
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di merasîma li Baregeha Hevbeş a Asmanî ya Andrewsê ragihand ku ew ê di meha Tîrmeha îsal de serdaneke fermî bo Tirkiyeyê bike.
Trump bal kişand ser Lûtkeya NATOyê ya ku biryar e di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin û got: "Ez ê serdana Tirkiyeyê bikim."
Trump di merasîmê de balafirgeha nû ya serokatiyê Boeing 747 ku ji aliyê Qeterê ve hatibû diyarîkirin û piştî nûjenkirineke berfireh wekî Air Force One a nû dest bi kar kiriye, pêşanî raya giştî da û diyar kir ku ew ê bi vê balafirê gelek geştên navdewletî bikin.
Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de careke din bal kişand ser Tehranê û li ser lihevkirina 60 rojî hişyarî da rêveberiya Îranê. Trump got: "Divê Îran di nava 60 rojan de peymanê bi dawî bike û li hev bike, nexwe em ê tiştên wiha bikin ku qet dilê wan xweş neke."
Trump eşkere kir ku plansaziya wî heye ku îsal serdaneke fermî bo welatê Çînê jî pêk bîne.