Trump: Rêberê çeteya 'Tren de Aragua' hat kuştin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ragihand ku rêberê çeteya navdar a bi navê "Tren de Aragua" Hector Guerrero Flores, di operasyoneke hevpar a ligel Venezuelayê de hatiye kuştin.
Trump got ku ev operasyon bi piştgirî û hevahengiya rasterast a rêveberiya Venezuelayê pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya Donald Trump, navenda kartelê û serokê wan rasteqast ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine hedefgirtin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Hector Guerrero Flores ê ku bi nasnavê "Niño Guerrero" dihate nasîn, di encama êrîşeke esmanî ya artêşa Amerîkayê (DYA) de hatiye kuştin.
Trump bi taybetî tekez kir ku ev êrîş bi awayekî hevahengîya navbera berpirsên leşkerî yên Amerîkayê û rayedarên Venezuelayê de hatiye plankirin.
Beriya niha Amerîkayê kartela "Tren de Aragua" û çend torên fînanse xistibûn nav lîsteya "rêxistinên terorî yên biyanî".