TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Serokê DAISê Bexdadî hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2019 21:34

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku şeva borî gotibû, "Tiştekî gelekî mezin çêbûye" bal kişandibû daxuyaniya xwe ya îro ragihand ku Serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî di encama operasyonekê de hatiye kuştin.

Trump li Koşka Spî daxuyaniyan dide ku raya giştî ya cîhanê li benda vê ragihandina wî bû. Trump destnîşan kir ku bi encamên DNAyê jî hatiye piştrastkirin ku kesê hatiye kuştin Bexdadî ye û diyar ku êdî DAIŞ bi temanî hatiye têkdan.

Trump ji bo wê operasyona kuştina Bexdadî spasiya Rûsya, Tirkiye û Iraqê kir û bal kişand ser alîkarî û piştgiriya hêzên kurd û got, "Ji bo piştgiriya wan spasiya Kurdan û Kurdên Sûriyê dikim."

Trump dibêje, Bexdadî wekî kuçikan reviyaye tunelê û êlekê întiharî teqandiye û ligel xwe 3 zarokên xwe jî kuştine û dide zanîn ku di operasyonê de ti leşkerekî Amerîkî ziyan nedîtiye.

Trump got, “Wekî kuçikan mir, wekî tirsonekan mir."

Parve bike: