TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump testa nû ya koronayê ceriband

📅 03 nîsan 2020 16:11

PeyamaKurd - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din testa vîrusa korona kiriye û encama testa Trumpî negatîf derketiye.

Di daxuyanîyê de, nameya Sean Conley hat belav kirin. Wî da zanîn ku rewşa Trump baş e û li ser wî ti nîşaneyên koronayê (Covid-19) tune.

Donal Trump di konferanseke civînê de li Koşkaa Spî de dîyar kir ku wî jiber ku testa nû ya vîrusa koronayê meraq kiriye careke din xwe test kiriye.

Trump da zanîn ku test di deqeyekê de hatiye kirin û encama wê di 15 deqîqeyan de hatiye. 

Parve bike: