Trump: Îranê her tişt wenda kir û peymanekê dixwaze
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Îranê "her tişt wenda kiriye" û niha hewl dide ku peymanek îmze bike, lê medya li ser vê mijarê nesekine.
Donald Trump ev gotin roja Çarşemê, 1ê Nîsana 2026an, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re kir.
Di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê ya sibê de, wî got ku Îranê "her tişt wenda kiriye" û niha hewl dide ku peymanekê îmze bike, lê medya li ser vê mijarê nesekine.
Trump got, "Îranê her tişt wenda kiriye û ew bi me re di têkiliyê de ne ku peymanekê çêbikin," û îdia kir ku medya li ser vê mijarê nasekine. Trump di derbarê armancên leşkerî yên welatê xwe de daxuyaniyên zelal da û destnîşan kir:
"Armanca min a li Îranê tenê ew bû ku ez rê li ber wan bigirim ku çekên nukleerî hebin. Piştî ku em bigihîjin wê armancê, em ê di nav du-sê hefteyan de ji Îranê derkevin; ne hewce ye ku em li wir bimînin."
Ji aliyekî din ve, piştî îmzekirina fermana serokatiyê li Qesra Spî, Trump pirsên rojnamevanan ên li ser Îranê bersivandin û got, "Me berê guhertina rejîmê li Îranê pêk aniye. Me rejîmek hilweşand, paşê me rejîmek duyemîn hilweşand. Niha komeke mirovan a pir cûda heye. Ez difikirim ku ew pir maqûltir in, pir kêmtir radîkal in."
Dema ku ji Trump hat pirsîn, "DYA wê kengî şerê li Îranê biqedîne?", wî bersiv da, "Ez difikirim ku di nav du an sê hefteyan de. Hingê em ê ji wir vekişin."