Cîhan
Ukrayna, daxwaza alîkariya 5 milyar euroyan dike
PeyamaKurd- Serokwezîrê Ukraynayê Denis Şmihal, ji bo ku piştgiriya aborî û artêşa Ukraynayê bê kirin, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaza alîkariya 5 milyar euro kir.
Şmihal li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da û eşkere kir ku ew ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê, li benda vê alîkariyê ne.
Li gorî nûçeya Reutersê, Serokwezîrê Ukraynayê Şmihal, beriya ku ligel Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier hevdîtin bike, daxuyaniyek daye û gotiye,
“Ev, ji bo arambûna aboriya me û piştgiriya artêşa me, her wiha ji bo pêdiviya germbûna me, dê bibe alîkarî.”
Şmihal ji bilî vê daxwazê, daxwaza peydakirina pergala parastina hewayî jî Almanyayê kir.