Ukrayna: Di êrîsa Rûsyayê de 4 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê ragihand ku di êrîşa Rûsyayê ya li ser bajarê Pokrovskê yê herêma Donetskê ya bi moşekên "Iskander-M" de 4 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê bi moşekên "Iskander-M" êrîşî bajarê Pokrovskê yê herêma Donetskê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku leşkerên Rûsyayê bi navberê nîv saetê 2 caran li heman cihî xistin û hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 jê zarok 40 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin 3 polêsên ku piştî êrîşa ewil yekser hatin cihê êrîşê di êrîşa duyemîn de jî birîndar bûn û herî kêm 18 xanî zirar dîtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê bûn.