TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Di nava rojê de ji 7 hezarî zêdetir sêniyên Mariupolê hatin tehliyekirin

Admin L
Nivîskar
📅 23 adar 2022 17:33

PeyamaKurd Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Îrîna Vereşçukê di derbarê tehlîyekirina sivîlên Ukraynayê de axivî û diyar kir, di nava rojê de ji 7 hezarî zêdetir şêniyên Mariupolê hatin tehliyekirin.

Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê li ser medyaya civakî dîmenek parve kir û li ser tehliyekirina sivîlên ku li Ukraynayê ji cî û warên şer hatin tehliyekirin de agahî belav kir.

Herwiha Vereşçukê eşkere kir, ji bo tehliyekirina şêniyên Mariupolê wan korîdorên alîkariya însanî xebitandin û wiha dewam kir: “Ji bajarê Berdyanskê 1100 şêniyên Mariupolê hatin tehliyekirin. Herwiha 5 hezar û 926 kes bi wesayîtên şexsî ji bajarê Mariupolê bi korîdorên alîkariya însanî re gihîştin bajarê Zaporijyayê.”

Vereşçukê diyar kir, li hin gundên Mariupolê hêzên Rûs nahêlin ku tehliye çêbibe, wan alavên tibî û xidayê şand Berdyanskê û tehliyekirina vê derê wê sibê dewam bike.

Parve bike: