Ukrayna doza yekemîn a tawana ser dide destpêkirin
PeyamaKurd-Serdozgeriya Ukraynayê ragihand ku ew ê li ser leşkerekî Rûs, doza tawana şer bidin destpêkirin. Sedem jî wisa hat diyarkirin ku leşkerê Rûs, bi liv û tevgerên tawana şer, sivîlekî Ukraynayî kuştiye. Serdozgeriyê ragihand ku ev doz, doza wan a yekemîn a tawana şer e.
Serdozgeriya Ukraynayê, li ser leşkerekî Rûs ê 21 salî, doza tawana şer dide destpêkirin. Li gorî agahiya serdozgeriyê, leşkerê Rûs li gundekî Chupakhiivkayê, otomobîlekê diziye û dema xwestiye ku bi otomobîlê bireve, dîtiye ku sivîlekî Ukraynayî ew dîtiye. Li gorî tometa serdozgeriyê, ji bo ku şahediyê neke; leşkerê Rûs, sivîlê Ukraynayî qetil kiriye. Hat ragihandin ku sivîlê hatiye kuştin, bê çek bûye û temenê wî jî 62 sal bûye.
Ger ku tawan werin tespîtkirin, leşkerê Rûs û 4 hevkarên wî dê bi sizayê girtîgehê yê heta hetayê werin sizadan.