TR KU SO
FB X
Cîhan

Ûkrayna: Em bo hevdîtinên bi Rûsya re amade ne

Admin M
Nivîskar
📅 05 hezîran 2019 02:33

PeyamaKurd- Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku hedefa bûyîna endamtiya NATO yê û Yekîtiya Awrûpayê neguhiriye û bo muzakereyên bi Rûsyayê re amade ne. Zelenskiy piştî ku bû serokkomar cara ewilî seredana Burukselê kir û bi sekreterê NATO yê bi Jens Stoltenberg re hevdîtin kir.

Li ser pirsa pirsgirêkên Ûkrayna û Rûsyayê Zelenskiy got ku ew amadene bi Rûsyayê re muzakereyan bikin û weha dewam kir:

“Em amadene peymana Minskê bînin cîh. Bo em karibin xwe biparêzin divê em xwe di seha aborî, siyasî û leşkerî de xwe xurt bikin. “

Zelensky, di çarçoveya hevdîtinên Burukselê de bi serokê Komîsyona Yekîtiya Awrûpa re bi Jean-Claude Juncker re hevdîtineka girtî kir.

Parve bike: