Ûkrayna: Fermandarê fîloya Derya Res yê Rûsyayê Sokolov hat kustin
PeyamaKurd – Hêzên taybet yên Ûkraynayê ragihand ku di 22ê Êlûnê de li bajarê Sîvastopolê di dema ku li baregeha Fîlo ya Derya Reş ya Rûsyayê xistine, di êrîşê de fermandarê fîloyê Viktor Sokolov hatiye kuştin.
Li gor ragihandina hêzên taybet yên Ûkraynayê; di 22 ê Êlûnê de li keştiya Rûsyayê ya bi navê Minskê û li girava Kırımê li bajarê Sîvastopolê li baregeha fîloyê, di operasyonên taybet de lê xistine û di derbarê operasyonan de agahî da.
Li gor agahiyan; di lêdana keştiya Mînskê de 92 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û daxwuyaniya wan weha dewam dike:
“Di encama lêdana baregeha fîloya Derya Reş ya Federasyona Rûsyayê de, fermandarê fîloyê di nav de 34 serefser (subay) hatin kuştin û 105 esker birîndar bûn. Avahiya baregehê bi tamîrê çênabe.”
Fermandarê fîloyê yê Derya Reş yê Rûsyayê di meha Tebaxa sala 2022an de anîbûn ser kar.