TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Hêzên me yên parastinê bi pês ve diçin

Admin L
Nivîskar
📅 06 hezîran 2023 12:59

PeyamaKurd Fermandarê Hêzên Bejayî yên Ukraynayê Alexander Sirskiy di hesabê xwe yê medyaya civakî de rewşa eniya rojhilat nirxand.

Şîrskiy diyar kir, li ser rêya Bahmutê îmhakirina Rûsan berdewam dikin û got, “Hêzên me yên parastinê bi pêş ve diçin. Em wan ji erd û ji hewayê gulebaran dikin."

Cîgira Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir, îro leşkerên Ukraynayê li eniya rojhilat operasyonên dij-êrîşan pêk tînin.

Malyar got, "Tevî berxwedana dijwar a dijmin û hewldana girtina xet û çeperên xwe, leşkerên me di navbera 200 û 1600 metreyan de li ser rêya Оrіhоvо Vasilivka û Paraskoviivka, di navbera 100-700 metre de jî li aliyê Îvanîvske-Klishivka bi pêş ve çûn."

 
Parve bike: