Ûkrayna li şîrketa Rûsyayê ya e-ticaretê li Wildberries xist
PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê bi İHAyan li deverên Rûsyayê yên bi navên Tambov û Moskovayê xistin û hedefa êrîşan navendên amadekariyê û lojîstîk bûn. Di êrîşên ser depoyên mezin yên şîrketa Wildberrisê de ku şîrket ya e-bazirganiyê ye û li deveraTambovê ye, 7 kes mirin û 48 kes birîndar bûn.
İHA ye kî jî li Moskovayê ket depoya Wildberriesê û di encamê de 24 kes birîndar bûn. Di depoya petrolê de şewat destpêkir û nexweşxana jinan ya zayînê (weladetê) tehliye kirin.
Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku di temamê şevê de 379 İHAyên Ûkraynayê îmha kirine.
Parêzgerê herêma Tambovê Yevgeny Perviyşov li ser êrîşa navenda lojîstîk ya deverê got ku di wexta êrîşa ser Wildberriesê de, di hundir de vardiya karkeran dixebitî, İHA li navendê ket û 4 karker jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşê de her weha 24 kes birîndar bûn û birîndaran bilez birine ji bo dermankirinê. Parêzger got di encama teqînan de agir bi depoyan ketine, agir vemirandine û sarkirina depoyan dewam dike.