Cîhan
Ukrayna: Pêkanîna karwanên kestiyên veguhestina zad dest pê kir
PeyamaKurd – Saziya Benderên Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî Peymana Stenbolê ya veguhestina zad bi rêya deryayê, wan dest bi pêkanîna karwanên keştiyan kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji bo keştiyên kargoyên zad tevlî karwanê bibin, divê serlêdana xwe bikin û karûbarên xwe yên fermî yên ketin û derketina benderan temam bikin.
Saziya Benderên Ukraynayê daye zanîn, piştî ku 22yê Tîrmehê peymana vekirina korîdora hinardekirina zadê Ukraynayê hatiye îmzekirin, wan amadekariyên xwe li benderên Odessa, Çornomorsk û Yujniy dane destpêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsyayê piştî îmzekirina peymanê bi rojekê bi fuzeyên hesas êrîşê bendera Odessa kiribû û ev jî rastî bertekên civaka navdewletî hatibû.