TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Zêdetirî 20 nistîngeh ji destê Rûsya hatin rizgarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2022 22:23

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ên derbarê rizgarkirina hin deveran ji destê Rûsyayê de, artêşa Ukraynayê jî ragihand ku li herêma Harkîvê zêdetirî 20 dever hatine rizgarkirin.

General Oleksiy Gromov, ji medya Ukrayna re daye xuyakirin: "Hêzên leşkerî 50 km ketin pêşiya xetên dijmin. Di encama operasyonên çalak ên li Harkîvê de, zêdetirî 20 niştîngeh hatin rizgarkirin.”

Herwiha Gromov, daye zanîn ku li hinek herêmên din jî artêşa Ukraynayê ketiye pêşiya hêzên rûsî û hin deverên din hatine rizgarkirin.

Di çend rojên dawî de, rayedarên Ukraynayê radigihînin ku hêzên wan êdî derbasî hicûmê dibin daku Kirim jî di nav de hemû herêmên ketine kontrola Rûsyayê rizgar bikin.
 

Parve bike: