TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukraynayê 4 keştiyên Rûsyayê bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2026 19:14

PeyamaKurd - Fermandarê hêza dronan a Ukraynayê Robert Provdi ragihand ku wan li deryaya Reş û deryaya Azovê 4 keştiyên Rûsyayê bombebaran kirin.

Fermandarê Ukraynî got, di 3 hefteyên borî de 205 keştî (130 li deryaya Azovê û 75 li deryaya Reş) hatin lêdan.

Herwiha çavkaniyeke ji bazara çandiniyê daye zanîn ku dronên Ukraynayê navenda hinardekirina dexilûdanê ya li bendera Tamanê ya li ser tengava Kerçê kiriye hedef û di encamê de zirareke mezin çêbûye.

Hêjayî gotinê ye, navenda ku ji aliyê şîrketa Dimitra ya Rûsyayê ve tê birêvebirin kapasîteya wê ya hilgirtinê salane bi qasî 5 milyon tonan e.

Parve bike: