TR KU SO
FB X
Cîhan

Ûkraynayê bersiva gefên Rûsyayê da: Wê bihayê êrîseke nû gelekî giran be!

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2021 00:05

PeyamaKurd – Li ser daxuyanî û gefên êrîşkirina ser Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba, daxuyanî da.

Kuleba di civîneke rojnamevanê ya bi awayê online de axivî û got: "Wê bihayê êrîşeke nû ya ser Ûkraynayê gelekî giran be. Em li ser dixebitin ku Pûtîn vê yekê fêm bike û xwe neceribîne.”

Wezîrê Ûkraynayê diyar kir ku divê Moskow di helmeteke nû ya êrîşkirinê de, ziyana siyasî, aborî û mirovî bide ber çavê xwe û destnîşan kir, ew li ser dixebitin ku Rûsya rêyeke wisa hilnebijêre.

Parve bike: