UNICEF: Li Yemenê 11 milyon zarok muhtacê alîkariyê ne
PeyamaKurd – Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî UNICEF ragihand ku li welatê Yemenê 11 milyon zarok muhtacê alîkariyê ne û ji bo wan pêdivî bi 484 milyon dolarî heye. UNICEF mijarê bi nivîskî ragihand û got:
“8 salên xerab û zext yên li Yemenê derbas bû, jiyana bi milyonan zarokan perîşan kir. Niha 11 milyon zarok pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye. Eger tedbîrên lezgîn nestînin, zarok bi talûka xwarinê re rû bi rû dimînin. Rewşa zarokan gelek bi endîşeye. Di kampên ku tê de ne, pêdiviyên wan yên bingehîn yên 2 milyon û 300 hezar zarokan nayê dîtin.”
Li Yemenê ji sala 2014an heya niha di navbera hukumetê û Hûsiyan de şer dewam dike. Li gor raporên NY; li Yemenê %73 yê wan pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Yemen nûfûsa wê 23,4 milyone û heya niha 4 milyon û 300 hezar kes ji ser warên xwe rabûne.