TR KU SO
FB X
Cîhan

Urdinê bi balafiran êrîsî nav xaka Sûriyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2024 00:13

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên tê texmînkirin ên artêşa Urdinê ne, şeva borî li gundewarê başûrê Siwêdayê nêzî sînorê Sûriye-Urdinê êrîşên êrîşî nav xaka Sûriyê kirin.

Li gorî medya herêmî ya bi navê Tûra Siwêda 24, di êrîşê de malek hate bombebarankirin û di encamê de ziyanên mezin çêbûn.

Herwiha çavkaniyan daye zanîn, li başûrê Siwêdayê cihekî li deverên Xariya û Um Derman jî hatine bombebarankirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî daye xuyakirin, li bajarokê Şeab ê gundewarê Siwêdayê yê nêzî sînorê Urdinê mala bazirganekî madeyên hişbir hatiye bombebarankirin û herê kêm kesek hatiye kuştin.

Beriya niha jî artêşa Urdunê ragihandibû ku li ser sînor 9 qaçaxçên madeyên hişbir û çekan hatine girtin û di şerê koma qaçaxçiyan de hejmarek leşkerên pasevanên sînor jî birîndar bûne.

Parve bike: