TR KU SO
FB X
Cîhan

USS Abraham Lincoln çû, USS George Washington hat

Admin H
Nivîskar
📅 20 tebax 2026 19:03

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku keştiya balafiran a nûjen û nûkleerî USS George Washington gihîştiye Deryaya Omanê û li herêmê dest bi erka xwe kiriye.

Ev guhertin piştî wê yekê hat ku keştiya USS Abraham Lincoln ku zêdetirî 250 rojan di operasyonên li dijî Îranê de dihat bikaranîn erka xwe qedandibû.

CENTCOM’ê diyar kir ku ev gaveke plankirî ye ji bo nûkirin û xurtkirina hêza deryayî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn.

CENTCOM’ê îdiayên li ser medyaya civakî yên derbarê "kuştina 7 leşkeran" û "zêdebûna bûyerên xwekuştinê" yên li ser keştiya Abraham Lincoln jî bi tundî red kirin.

Hate ragihandin ku firokeyên şer ên ji ser keştiya Abraham Lincoln di vê pêvajoyê de zêdetirî 10 hezar sortî kirine û zêdetirî 1,5 milyon pound moşek û gule li ser armancan reşandine.

Parve bike: