Vance: Danûstandinên bi Îranê re wê demê bistînin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê DYA’yê James David Vance di hevpeyvîneke televizyonî ya bi kanala Fox Newsê re diyar kir ku proseya danûstandinên bi Îranê re aloziyeke mezin di nav xwe de dihewîne û rêkeftineke muhtemel dê demeke dirêj bixwaze.
Vance bal kişand ser dubendî û perçebûna di nava rêveberiya Îranê de û destnîşan kir ku ev rewş xebatên çareseriyê dijwar dike.
Vance di daxuyaniya xwe de got: "Ji aliyekî ve di nav sîstemê de kesên ku dawîanîna şer dixwazin hene, ji aliyê din ve jî radîkalên ku alîgirê berdewamiya pevçûnan in hene.
Erka me ew e ku di vê proseyê de encama herî baş ji bo gel û Serokê DYAyê bi dest bixin."
Cîgirê Serokê DYAyê tekez kir ku tevî ku rêkeftin di demeke kurt de pêk neyê jî, Amerîka dê bigihîje armancên xwe yên stratejîk.
Vance anî zimên ku armancên wan ên sereke ew e ku rê li ber xwedî çekên nukleerî ya Îranê bê girtin, nirxê petrolê daxe asteke nizm û rawestîne, û pozîsyona DYA’yê ya li herêmê xurtir bike.
Di dawiya axaftina xwe de Vance destnîşan kir ku heta ku encamek bibe wan biryar nedaye, lê ji bo çareseriya rast ew ê hemû derfet û amûrên leşkerî, aborî û dîplomatîk di çarçoveya berjewendiyên dewletê de bikar bînin.