Cîhan
Vance: Em naxwazin bikevin nav şerekî bêdawî li hemberî Îranê
PeyamaKurd - Alîkarê Serokê DYAê JD Vance di hevpeyvînekê de li gel kanala Fox News ragihand ku Serokê DYAê Donald Trump ji bo ku metirsiya li ser welatê xwe ji holê rake, jinavbirina bernameya nukleerî ya Îranê wekî gaveke pêwîst dibîne.
Tevî vê yekê, Vance tekez kir ku rêveberiya Washingtonê bi ti awayî naxwaze bikeve nav şerekî ku 10 sal, 15 sal an jî du salan bikişîne.
Vance diyar kir ku ew û Trump li dijî "şerên bêdawî" ne û bawer dike ku Serokê DYAê dê vî şerî bi encamên gelek serkeftî bi dawî bîne.
Vance amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên Amerîkî dê ji bo demeke nediyar li Îranê nemînin û destnîşan kir ku bandora vî şerî ku nêzîkî 9 mehan e berdewam e di hilbijartinên navîn ên dawî de bûye sedema encamên neyênî ji bo Partiya Komarî.