TR KU SO
FB X
Cîhan

Vê carê jimara koçberan zêde derket: 870 kes

Admin M
Nivîskar
📅 28 îlon 2019 00:21

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Edirne yê koçberên ku xwe amade kiribûn da herin Awrûpayê hatin girtin ku jimara wan 870 kes bûn. Girtina koçberan ji aliyê yekîneyên cendirmeyan û piyadeyan de, yên ser sînorê Yûnanistan û Bûlgaristanê de hatin kirin.

Li navçeyên Enez, İpsala, Meriç û Uzunköprüyê û li hinek gundên ser sînor bo 2 rojan operasyon hat kirin û di encamê de 870 koçber hatin girtin. Di nava koçberan de xelkê Misrê, Somaliyê, Eritreyê, Afganistanê, Fasê, Cezayirê, Îranê, Iraq, Fîlîstin, Pakistan, Bangladeş û Sûriyeyî hene.

Koçberên ku hatin binçavkirin bo rêvebiriya koçberan ya bajarê Edirneyê hatin teslîmkirin.

Parve bike: