TR KU SO
FB X
Cîhan

Venezuela | Hevpeymana navdewletî tê avakirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 sibat 2019 23:16

PeyamaKurd - Serokê Meclî Netewî yê Venezuelayê ku seroktiya xwe ragihandiye Juan Guiado ragihand ku ew dê hevpeymaneke navdewletî ji bo alîkariyên mirovî bigihînin gelê xwe ava bikin.

Guiado ku bi awayê demkî seroktiya xwe ragihandiye û seroktiya Nicolas Maduro nas nake, li ser medya civakî got ku dê alîkariyên mirovî ji Brezilya, Kolombiya û giraveke Deryaya Karayipê bên anîn û ji bo wê jî ew dê hevpeymaneke navdewletî ava bikin.

Guiado herwiha got ku ji bo ew alîkarî bikevin hûndirê welat û artêş destûrê bide, ew dê çalakiyan li dar bixin.

Juan Guaido da xuyakirin, ew dê ji bo hesabên pereyên Venezuelayê yên hatine cemidandin jî bi welatên Ewropî re biaxivin.

Parve bike: