TR KU SO
FB X
Cîhan

Venezuella | Guaido xwe wek serok ragihand, Maduro seroktiyê bernade

Admin S
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2019 13:43

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û çend welatên din Serokê opozîsyonê û Serokê Meclîsa Netewî yê Venezuellayê Juan Guaido wekî serokê demkî yê welat nas kirin.

Piştî vê biryarê Serokê Venezuellayê Maduro biryar red kir û ji bo dîplomatkarên Amerîkayê terka Venezuellayê bikin 72 saet dem da wan.

Nicolas Maduro li paytext Caracasê li ber Koşka Serokatiyê ji Chavistan re axivî û ragihand, wan hemû pêwendiyên dîplomatîk ên bi Amerîkayê re qut kirine.

Li aliyê din Guaido jî bi mîtingekê li ber alîgirên xwe sonda seroktiyê xwar û bi awayekî demkî heta hilbijartinan dest bi posta seroktiya Venezuellayê kir.

Welatên wekî Kanada, Şili, Peru, Brezilya, Guatemala, Kolombiya û Paraguayê ligel Amerîkayê seroktiya  Guaido nas kirin.

Herwiha welatên wekî, Rûsya û Tirkiyê jî dijî derketin û Maduro wekî serok nas dikin.

Wezîrê Bergiriyê yê Venezuellayê Vladimîr Padrîno ragihand ku ew seroktiya Guaidoyê hatiye ferzkirin nas nakin û diyar kir, ew dê di parastina destûrê û serweriya netewî de berdewam bin.

Parve bike: