TR KU SO
FB X
Cîhan

VIDEO | Li Parîsê bi fîsekên hewayî êrîsî qereqolê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2020 21:57

PeyamaKurd – Li paytexta Fransa Parîsê ​​bi qasî 40 kesan ku tê gotin, xwendekar in bi fîşekên hewayî êrîş birin ser navendeke polîsan li taxa başûr..

Malpera El-Hurrayê bi zarê berpirsê polîsên Parîsê ragihandiye, di êrîşê de zirar bi gelek erebeyên polîsan û deriyê têketina cam a navendê ya li bajarê Champagne-sur-Marneyê hatiye.

— Oh boy what a shot (@ohboywhatashot) October 11, 2020

Hat diyarkirin ku êrîş bi qasî saetekê berdewam kiriye û polîsan nekariye ti kesekî desteser bikin.

Heman navenda polîsan beriya niha jî rastî êrîşan hatibû ku tê gotin, ji ber nerazîbûnên bo tedbîrên koronayê ev êrîş hatiye kirin.

Parve bike: