TR KU SO
FB X
Cîhan

Wagner: Em ê ji Bahmutê vekisin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 gulan 2023 16:30

PeyamaKurd- Damezirînerê Kompaniya Ewlehiyê ya Rusî Wagnerê Prigojin ragihand ku wan biryar daye ku ji ber kêmbûna cebilxaneyê, di 10ê Gulanê de ji Bahmutê vekişin.

Yevgeniy Prigojin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên şervanên ku got; ‘Ji ber ku cebilxane nehatine, ev hatin kuştin.’ belav kirin û bang li Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî Valeriy Gerasimov kir û di banga xwe de pirsî bê ka cebilxane li ku derê ne.

Prigojin di axaftina xwe de bi hêrs qêriya û got, “Ji % 70 cebilxaneya me têr nake. Şoygu! Gerasimov! Cebilxane li ku ne? Li van (termên li erdê) binihêrin!”

Yevgeniy Prigojin da zanîn ku kesên cebilxane nedane wan, di klûbên dewlemend de dijîn û qedera şervanên xwe li gorî kêfa xwe diyar dikin û diyar kir ku heger cebilxaneyên li depoyan hatibûna dayîn, dê wendahiyên wan 5 qat kêmtir bûna.

Parve bike: