TR KU SO
FB X
Cîhan

Waliyê berê yê Selahedînê hate girtin

Admin H
Nivîskar
📅 09 tebax 2026 11:53

PeyamaKurd - Li Iraqê di çarçevya operasyonên dijî gendeliyê de, Waliyê berê yê Selahedînê hate girtin.

Waliyê berê yê Selahedînê Ahmed el-Cubûrî ku bi nasnavê "Ebû Mazin" tê nasîn, li Bexdayê hat destsekerkirin.

Cubûrî ku niha Sekreterê Giştî yê Partiya Kominî ya Neteweyî ye, di salên 2013-2014an de waliya parêzgehê kiribû.

Hat ragihandin ku ligel wî, karsaz Mihemed Hêcef jî ji ber dosyeyên mezin ên gendeliyê yên li parêzgeha Selahedînê hat girtin.

Parve bike: