TR KU SO
FB X
Cîhan

Washington desteka xwe ji bo Yemenê ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2026 14:29

PeyamaKurd – DYA, di şerê Yemenê yê li dijî Hûsiyan de desteka xwe ragihand. Maslahatguzarê li Yemenê yê Amerîkayê Neil Hop, li Riyad a Erebistana Sa’ûdiyê bi serokê konseya rêvebir bi Reşad el-Uleymi re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de bêhtit li ser ewlehiya deryayê û têkoşîna bi terorê axifîn. Berya hevdîtinê Hûsî êrîşê lîmana Moha kirin û di êrîşê de 7 sîvîl mirin.

Balyozxana DYA ya Yemenê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku Hop di hevdîtinê de behsa mijarên ewilî yên berya her tiştî ji Trump re girîngin kir û desteka Washingtonê ya hevkariya di derbarê ewlehiya deryayê û têkoşîna di seha li dijî terorê ragihand.

Di hevdîtinê de Hop gotiye ku misyona Amerîkayê ‘Hûsiyan bi desteka Îranê êrîşker e’ bi nav kiriye û desteka xwe ji bo destekê dide hukumeta hevkar ya Yemenê ku li dijî Hûsiyan têdikoşe.

Li gor medya Yemenê; roja Yekşemê di wexta sibê de Hûsiyan li nêzî Tengava Babulmendepê, li lîmana stratejik ya bi navê Mohayê xistiye, di encamê de 7 sivil mirine û 35 kes birîndar bûn e.

Hêzên hukumeta Yemenê ragihandin ku 11 dronên Hûsiyan ji nav birine an ku îmha kirine û tekneyekî ku Hûsî tê de kemîna bûbî danîbûn, îmha kirine.

Parve bike: