TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Wê Amerîka di 6 hefteyan de dermanê vîrusa korona çêke’

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2020 23:55

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke rojnameya Şerq El Ewsad, çav li rê ye Amerîka di nav 6 hefteyan de dermanê vîrusa koronayê çêke.

Rojname vê agahiyê dispêre Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û dide xuyakirin, dibe welatê wî di nava 6 hefteyan de dest bi ceribandina dermanê vîrusa koronayê bike.

Heta niha li 6 welatan nêzî 86 hezar kes bi vîrusê ketine û 3 hezar kes jî mirine.

Belavbûna vîrusê herwiha bandor li gelek çalakiyên olî û çandî kiriye ku li Ewropayê jî gelek mizgeftan dest bi tedbîrên pêşîgirtina vîrusê kir, dêrên Îtalya û Koreya Başûr jî ayînên xwe ji dûr ve bi rêya înternetê dikin, li Parîsê jî Muzexaneya Louvre deriyên xwe girtine.

Parve bike: