Cîhan
Wê Anonymous belge û tomarên deng ên diziya li bankeyên tirk belav bike!
PeyamaKurd – Koma herî mezin a hackeran li cîhanê Anonymousê ragihand ku li Tirkiyê dizî ne tenê bi ser bankeyên dewletê de tê kirin, herwiha di bankeyên taybet de jî tê kirin û diyar kir, ew dê belge û tomarên deng belav bikin.
Anonymousê di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got:
“Agahdarî: Dizî û şêlandina bankeyan li Tirkiyê, ne tenî di bankeyên dewletê de ye, em ê belge û tomarên deng –heger pirsgirêkeke teknîkî çênebe- di demeke nêzîk de belav bikin. Li bendê bin…”