Cîhan
Wê Îsraîl komkujiya Ermenan bixe rojevê
PeyamaKurd- Parlementoya Îsraîlê biryarê da ku mijara komkujiya 1915an ya Ermeniyan bixe rojeva xwe. Pêşniyar ji aliyê 16 parlementerên Îsraîlê de hat qebûlkirin.
Li gor çapemeniya Îsraîlê ji 120 parlementeran tenê 16 parlementer tevli dengdanê bûn û ji hela hukumetê tenê 2 parlementer tevli dengdanê bûne.
Pêşniyar ji aliyê seroka giştî ya partiya Maretz ve ku layangirê çepîtiyê ye, ji aliyê Tamar Sandberg ve hat pêşniyarkirin. Ne diyare wê kengê li ser mijarê bê axaftin lê berê, mijara komkujiya Ermeniyan ji aliyê rêvebiriya Îsraîlê de nehatibû qebûlkirin ji ber Îsraîl nedixwest têkiliyên xwe û Tirkiyê xerab bike.