Cîhan
Wê Macron serdana Şamê bike û bi Şara re bicive
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron 6ê Tîrmehê serdana Sûriyê dike û li Şamê bi serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera re bicive.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Fransayê, 6ê Tîrmeha Emmanuel Macron serdana Şamê dike û li gel Ehmed Şera dicive.
24ê Nîsana borî jî Şera û Macron di çarçoveya beşdariya lûtkeya awarte ya Yekîtiya Ewropa û hevkarên wê li Naqosiya paytexta Qibrisê civiyabûn.
Di wê civînê de, behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de û pêşhatên herêmî hatibû kirin.