TR KU SO
FB X
Cîhan

Welatên Ewrûpa budça bergiriya xwe %50 zêde kirin

Admin M
Nivîskar
📅 09 mijdar 2024 03:10

PeyamaKurd – Li gor rapora Enstituya Lêkolînên Stratejîk yên navdewletî (IISS); welatên Ewrûpayê li hemberê tehdîdên Rûsyayê ji bo amade bin, ji bo sektora bergiriyê di deh salên dawiyê de %50 zêdetir veberhênanê dikin.

Navenda IISSê Londra ye û dibêje bi nisbet deh sal berê veberhênana di seha berevaniyê de %50 zêde kirine.

Di raporê de tê gotin ku welatên Ewrûpa yên endamên NATO ne, girîngiyê nadin sanayiya bergiriyê û niha bi bandora şerê Ûkrayna-Rûsyayê, dibêjin ku divê kapasîta xwe ya leşkerî zêde bikin.

Di malpera IISSê ya fermî de, li ser kapasîta leşkerî ya welatên Ewrûpa û transatlantîkê jî, di raporê de agahî hene. Di raporê de dibêje ku bi salaye welatên Ewrûpayê sanayiya berevaniyê îhmal kirine û ji ber tehdîdên Rûsyayê veberhênanên xwe zêde dikin.

Di raporê de her weha tê gotin ku çawa li şerê Ûkrayna-Rûsya dinêrin, welatên Ewrûpayê dibînin ku têra xwe xebatkarên wan yên leşkerî tinene û ji bo şiyanên xwe yên bergiriyê temam bikin, pêdivî bi pêvajoyekî dirêj heye.

Parve bike: