TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezareta Derve ya Siûdî bersiv da Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 18 sibat 2019 19:42

 PeyamaKurd– Wezareta Derve ya Erebistanê bersiva butxanên Îranê da û ragihand, rêjîma Îranê dixwaze rastiyan ji xelkê Îranê veşêre.

Ev çend roj in rayedarên serbazî û siyasî yên Îranê, bi tundî êrişî Erebistan û Îmaratê her wiha Pakistanê dikin û wan welatan bi wê yekê tohmetbar dikin ku destê wan di teqîna çend roj berê ya bajarê Zahidanê de hebûye ku bibû sebeba kuştina herî kêm 27 pasdaran û birîndarbûna bi dehan pasdarên din.

Şêwirmendê Wezareta Derve ya Îmaratê, Adil El Cubêr, ku bi kurê şahê Erebistanê Mihemed bin Selman re çûye Pakistanê, li ser wan buxtan û tehdîdên Îranê got, Îran bi wan buxtanan dixwaze xelkê Îranê bixapîne û rastiyan veşêre.

Adil El Cubêr her wiha ragihand, her kes dizane ku Îran mezintirîn piştevanê terorîzmê ye. Ji ber wê jî dixwaze bi wan buxtanan rastiyan veşêre.

Parve bike: