Wezareta Karên Hundir ji bo cezayên destûra rûniştinê ya biyaniyan efû derxist!
PeyamaKurd - Wezareta Karên Hundir ji bo biyaniyên ku bi fermî hatine Herêma Kurdistanê û bi destûra rûniştinê ya xwe re pirsgirêkan dijîn, biryarek nû derxist. Li gorî biryarê, tenê %25ê cezayên ku wê ji van kesan werin stendin wê werin berhevkirin.
Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê ragihand ku, li ser bingeha desthilata ku ji hêla Qanûna Hejmar 6 a 2009an ve ji wê re hatiye dayîn, biryarek nû girtiye da ku pêvajoyê ji bo biyaniyên ku bi fermî bi vîzeyê hatine Herêma Kurdistanê lê ji ber her sedemekê nekarîne vîzeya xwe dirêj bikin an destûra rûniştinê ya xwe biguherînin, hêsan bike.
Serlêdan divê di nav 90 rojan de bêne kirin
Li gorî biryara ku îro hat ragihandin, biyaniyên ku dixwazin li Kurdistanê bimînin û destûra rûniştinê ya nû bistînin an jî kartên xwe yên heyî nû bikin, divê di nav 90 rojên xebatê de serî li yek ji rêveberiyên rûniştinê bidin. Kesên ku di vê heyamê de serlêdan nekin, wê tenê %25ê tevahî cezayên derengmayînê yên ku di Rêziknameya Hejmar 1 a 2021an de hatine destnîşankirin, ji wan were stendin.
Bi heman awayî, biyaniyên ku dixwazin ji Herêma Kurdistanê derkevin û vegerin welatên xwe jî wê ji vê biryarê sûd werbigirin; ew ê tenê %25ê cezayên xwe bidin da ku ji ofîsên rûniştinê mohra derketinê bistînin.
Wezareta Karên Hundir herwiha diyar kir ku ev rêwerz wê ji roja weşandina xwe ve bikeve meriyetê û wê 90 rojan derbasdar be. Piştî vê heyamê, hemî binpêkirinên rûniştinê wê li gorî rêziknameyên kevin werin pêvajokirin û tevahiya mîqdara cezayên wê were berhevkirin.