TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê: Sîstema tenduristiyê ya Iraqê dê têrê nexwesan neke

Admin L
Nivîskar
📅 21 tebax 2021 19:04

PeyamaKurd Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Iraqê diyar kir, hejmara pêketiyan wiha berdewam bike, sîstema tenduristiyê ya Iraqê dê têrê nexweşan neke.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê Seyf Bedir diyar kir: ‘‘Astengiya herî mezin li pêş wezaretê tekoşîna hember vîrusa Koronaye û pêbendnebûna hemwelatiyan a bi tedbîrên xwe parêziyê ye.

Seyf Bedir daxwaz ji karmendên dewletê kir ji bo kêmkirina givaşên li ser sîstema tenduristiyê û kêmkirina rêjeya pêketiyên Koronayê derziyê wergirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê da zanîn, eger hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraqê zêde bibe, dê sîstema tenduristiya Iraqê têrê neke.

Heta niha milyonek û 815 hezar û 497 kes li Iraqê bi vîrusa Koronayê ketine û ji wan 20 hezar û 26 kesên pêketiyên vîrusa Koronayê can dane.

 

Parve bike: